Wezîreta Adirbêcanêye karên der dewê ji Ermenîstanê dike ku wan xalên pêwîst xweykin, kîjana ew bi xwe diteribîne

Wezîreta Adirbêcanêye karên der bersiva halê li ser hidûdê tevî Qerebagê daye û Ermenîstan gunehkar kirîye. Ewê daye dîyarkirinê, wekî giva Yêrêvan dicêribîne “civaka navnetewî bike nava şaşîyê”. Wezîreta Adirbêcanê turuş nekirîye kirinên hêzên xweye provokasîyon înkarke. “Li gorî melûmetîyên wezîreta Adirbêcnêye parastinê, li herêmê tabî û xalên cîhwarbûnê tên zelalkirinê”,- nava elametîya wezîreta Adirbêcanêye karên derda hatîye gotinê.
Çi ku derheqa sekinandina gazêdane, Adirbêcan wê yekê hesab dike wekî rûyê hewa xirabda pirsên têknîkî pêşda tên û Ermenîstan gunehkare wekî wê pirsê çawa ya sîyasî raber dike.Usa dertê, wekî du hevtê û nîv bona Adirbêcanê hindike ku lûla gazê bide dasekinandinê, heger hesab hildin, wekî tu kesî hîvî ji wê yekê nekirîye ku lûla gazê çêkin, çimkî alîyê ermenîya dixwest çê bikira, lê Adirbêcanê îzin neda.
Wezîreta Adirbêcanêye karên der daye dîyarkirinê, wekî “Niha pêwîste ku xalên elametîyên pêşda qebûlkirî bêne xweykirinê û hêzên ermenîye neqanûnî bêne derxistinê”.
Em bîr bînin wekî li Qerebagê eskerê Ermenîstanê tune û gilî derheqa eskerê Qerebagêye xweparastinêdane. Adirbêcan dewê dike ku hêzên Arsaxê bidine derxistinê û bi wê yekê sîyasîya xweye bona paqijkirinên êtnîk îzbat dike.