H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê Îgor Xovayêv qebûl kirîye: halê li Qerebagê hatîye gotûbêjkirinê

Ararat Mîrzoyan hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê Îgor Xovayêv qebûl kirîye.Armênprêssê ragîhandîye, wekî alîya halê li Qerebagê gotûbêj kirine.

Xeberdan usa jî derheqa kirinên Adirbêcanêye bona sazkirina krîzeya hûmanîtarî û paqijkirinên êtnîkî  çûye.Hatîye dîyarkirinê wekî pêwîste ku hêzên azêrîya hetanî 23-ê adarê paşda vegerine ser tabîyên xwe.

Mîrzoyanê wezîr tabîya alîyê ermenî raber kirîye, anegorî kîjanê hatîye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan hazire nava hemsedirtîya koma Mînskêda dora peymana aşîtîyê hevraxeberdana destpêke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button