Ketina hêzên Adirbêcanê ya li cîhê zona bin cabdarîya aşîtîparêzên rûs berdewam dibe: wezîreta Ermenîstanêye karên der

Ketina hêzên Adirbêcanê ya li cîhê zona bin cabdarîya aşîtîparêzên rûs berdewam dibe. Di derbarê wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye.
“Wezîreta Ermenîstanêye karên der bi razîbûn dide dîyarkirinê, wekî welatên koma Mînskê qîmetê zelal dane halê van axirîyaye li Qerebagê û dane dîyarkirinê, wekî ew yek nava encamên pêşdahatina eskerê Adirbêcanêda qewimîye.
Wezîreta Rûsîyayêye parastinê elam kirîye, wekî ew bi banga paşdavekişandinê berbirî alîyê Adirbêcanê bûye. 27-ê adarê wezîreta Rûsîyayêye parastnê elametî belav kirîye, wekî alîyê Adirbêcanê hêzên xwe ji gundê Qerebagêyî Parûxê paşda birîye.
Em mecbûrin bidine kifşê, wekî ketina hêzên Adirbêcanê ya li cîhê zona bin cabdarîya aşîtîparêzên rûs, berdewam dibe û ew yek nava xerîtada dîyare. Em hêvîdarin wekî hêzên Rûsîyayêye aşîtîparêz wê gavên konkrêt biavêjin ku hêzên Adirbêcanê ji wir derkevin. Em wê yekê girîng hesab dikin wekî lêpirsîn wê bê derbazkirinê û wê bersivên cêrge pirsa bên dayînê”,- nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye karên derda hatîye gotinê.