SerekeSîyasî

Co Baydên name ser navê serokê Kurdistanê şandîye

Baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê li Îraqê Mêtyû Tyûlêr nama Baydên serok gîhandîye serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Hatîye ragîhandinê, wekî nava namêda Co Baydên derheqa piştgirîya Ştatên Yekbûyîda ya hindava Îraqê û Kurdistanêda îzbat kirîye.

Wextê hevdîtina Barzanî û Tyûlêr, bûyarên sîyasîye li Îraqê, usa jî prosêsa sazkirina hukumatê, hilbijartinên pêşerojêye li Kurdistanê û pêwendîyên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda hatine gotûbêjkirinê.

Xeberdan usa jî derheqa bûyarên li Herêmê çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button