Hazirîya hêzên Adirbêcanê binelîyên Ermenîstanêye ser sînor li ber pirsgirêkên hûmanîtarî daye sekinandinê: parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv
Wekîla parêzera Ermenîstanêy mafên mêriv Anna Karapêtyan tevî hevdîtina Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê bûye, ya ku li Vîyênayê derbaz bûye.
Wextê hevdîtinê pirsên mafên mêriv û hûmanîtarî hatine gotûbêjkirinê.Wekîla parêzera Ermenîstanêye mafên mêriv jî bi axaftin pêşda hatîye û derheqa wan teribandinên mafên mêrivda xeberdaye, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda hatine kirinê û usa jî rûyê wê yekêda li Arsaxê krîzeya hûmanîtarî pêşda hatîye.
Wekîla parêzera mafên mêriv derheqa teribandinên ji alîyê Adirbêcanêda, yên hindava dîlên leşkerîda jî xeberdaye.
Bi taybetî hatîye dîyakirinê, wekî hazirîya hêzên azêrîya pirsgirêkên hûmanîtarî bona binelîyên Ermenîstanêye li ser sînor pêşda anîne.Rûyê wê yekêda li Arsaxê çend hevtîya dayîna gazê hatibû sekinandinê, rûyê çida xebata sîstêmên sîvîl sekinîbû. Nava rojên dawîda, rûyê kirinên azêrîyaye agrêsîvda pirsgirêkên sosîyalî û bêqezîyabûnê pêşda hatine.
Wextê axaftinê tabîya Adirbêcanê hatîye gunehkarkirinê û bang hatîye kirinê, wekî organîzeyên navnetewî bona wê yekê gava biavêjn ku sîyaseta dijî binelîyên Arsaxê bê sekinandinê.