H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dicêribîne bona êrîşa berfireh ya dijî Qerebagê û Ermenîstanê lêgîtîmîyê sazke: Paşînyan

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan girêdayî elametîya 28-ê adarêra, ya şêwira bêqezîyabûnêra, hinek zelalkirina raberke, kîjanêda tê dîyarkirinê, wekî Adirbêcan li alîyê Qerebagê provokasîyona mîyaser dike û meremê wê bona êrîşkirinêye.

“Nava elametîya 28-ê adarêda dihate dîyarkirinê, wekî meremê Adirbêcanê bona êrîşa nû heye,me dabû dîyarkirinê, wekî li ser sînorê  Ermenîstanê û Adirbêcanê jî usa tê kifşê. Vê elametîyê pirs pêşda anîne û ez dixwezim cêrge zelalirina raberî we bikim bona ku hal diha zelal bê ber çeva”,-Paşînyan gotîye.

Bi gotina serokwezîr çawa pêşîya şerê sala 2O2O-î, usa jî piştî wî şerî, Adirbêcan sîyaseta usa mîyaser dike, ku bona êrîşa leşkerî hîm çêke. Bi gotina Paşînyan, Adirbêcan pêşda dika dîplomatî yan jî civakî çê dike, pêşnîyara yan şirovekirina raber dike, paşê Ermenîstanê nava wan têza, pêşnîyara  û şirovekirinada gunehkar dike.

“Paşê nava wê hemtêkstêda dide dîyarkirinê, wekî Ermenîstan înkar dike, sozdayînên xwe mîyaser nake û li ser vê yekê axaftina agrêsîv çê dike, pey kîjanêra kirinên agrêsîv mîyaser dike.

Ev cûrê çendik-çend cara wekilandî niha jî berdewam dibe, û li ber çevaye, wekî Adirbêcan dicêribîne bona êrîşa berfireh  ya dijî Qerebagê û Ermenîstanê lêgîtîmîyê sazke”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button