
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja çarşemê ji serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên name stendibû. Derheqa wê yekêda ji admînîstrasîya serokê Herêma Kurdistanê ragîhandine.
Nama xweda Baydên dabû dîyarkirinê, wekî Kurdistan bona Amêrîkayê hevkara girînge.Ewî namêda usa jî derheqa derbên bi rokêta, yên hindava Hewlêrêda dabû dîyarkirinê û ew êrîş gunehkar kiribû.Baydên koordînasîya di navbera Kurdistanê û Ştatên Yekbûyîda bilind qîmet kiribû û dabû dîyarkirinê, wekî welatê wî wê piştgirîya hindava hêzên îraqî û pêşmerga berdewam bike.