H’emû nûçeSereke

Nava hevtîya dawîda li Ermenîstanê du cara erd hejîyaye: li herêmê  bi qewata ji sê bala û zêdetir jî  pênc  cara erd hejîyaye

Ji 23-ê adarê hetanî 3O-ê adarê qulixdarîya parastina sêysmîkî elam kirîye, wekî  du cara bi qewata  2-3 bala erd hejîyaye.

23-ê adarê li ser sînorê Ermenîstanê û Gurcistanê, ji gundê Bavrayê neh kîlomêtrî berbi rojhilatê, ji çara hetanî pênc bala qewata erdhejê bûye, lê dor- berên wan dera ew gihîştîye  sê bala. Li bajrê Gumirîyê û qeza Tavûşê qewata erdhejê ji duda hetanî sê bala bûye. Peyî wê yekêra dîsa çend cara li herêmê erd hejîyaye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button