Sêkrêtarê prêssayê, yê hêzên xweparastina gel Nûrî Mehmûd rastî serokê Fransîyayêyî berê Fransûa Oland hatîye.
Hatîye ragîhandinê, wekî alîya halê li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê û usa jî êrîşên çekdarên DAÎŞ-ye li Herêmê gotûbêj kirine.
Bi elamkirina razalixîyê, Fransûa Oland gotîye Nûrî Mehmûd: “Em deyndarên wene, çimkî we bo me şerkarîya dijî têrorîsta hildaye ser xwe. Emê piştgirîyê bidine Rojavayê”.
Fransûa Oland serokê ewline ku li serayê Yêlîsêyê fermandarê hêzên xweparastina gel, Nesirîn Ebdule qebûl kirîye.