H’emû nûçeSereke
Şar Mîşêl wê rastî Nîkol Paşînyan û Îlham Elîyêv bê
Serokê Şêwira Avropayê Şar Mîşêl wê 6-ê nîsanê li Bryûsêlê rastî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv bê.
Alîyên ermenî û azêrî ew înformasîya hê îzbat nekirine. Derheqa wê yekêda ji Şêwira Avropayê elam kirine.
Em bêjin, wekî hevdîtina Nîkol Paşînyan, Şarl Mîşêl û Îlham Elîyêv 15-ê kanûna sala 2O21-ê derbaz bûye.