H’emû nûçeSereke

Serokwezîr pêwîst hesab dike ku mêxanîzma monîtorînga navnetewî li ser sînor bidine  xebatê

Adirbêcan dicêribîne halê  sertî li ser sînor û mecala destpêkirina opêrasîyonên leşkerî  nava şuxulkarîya dîyarkirina sînorada jî xweyke, wê yekê hindava têrîtorîyayên Ermenîstanê jî bide xebatê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

Bi gotina Paşînyan, Adirbêcan bersiva pêşnîyarên Ermenîstanê nade. Ew dicêribîne halê sertî li ser sînor û mecala destpêkirina  opêrasîyonên leşkerî usa jî wextê dîyarkirina sînorada bide xebatê, dewa topraxa bike, paşê provokasîyonên leşkerî mîyaserke.

Serokwezîr daye dîyarkiriê, wekî pêwîste mêxanîzma monîtorînga navnetewî bidine  xebatê.

«Me çend pêşnîyarên wî cûreyî kirine, bona me wê tiştê qebûlkirinêbe ku ji wan pêşnîyara yek  ji alîyê Adirbêcanêda bê qebûlkirinê»,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button