H’emû nûçeSereke

Pûtîn serokkomarê Ermenîstanê û serokwezîr, grêdayî 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîra, pîroz kirine

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn serokkormarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan û Nîkol Paşînyanê serokwezîr girêdayî 3O salîya îzbatbûna heleqetîyên dîplomatîra, pîroz kirine.

“Di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda dîyaloga sîyasî derbaz dibe, hevkarîya  nava kirîn-frotanê, êkonomîkî, zanistî, têknîkî, hûmanîtarî û gelek govekên mayînda pêşda diçe. Moskva û Yêrêvan cedandinên xwe nava doranên sîstêmên navnetewîda û usa jî nava organîzeyên xweye Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv, Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, Hevalbendîya Welatên Serbestda didine koordînasîyakirinê”,-nava malpera Krêmlêye fermîda hatîye gotinê.

Xêncî wê yekê serokê Rûsîyayê bi hêvîdarî gotîye, wekî  qewînbûna pêwandîyên ermenîya-rûsaye dostîyê anegorî berjewandîyên herdu welata pêşda diçin.

Pûtîn serokê Ermentîstanê û serokwezîrra tendurustîya baş û açixî, lê welatîyên welêtra aşîtî û gulvedan xwestine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button