SerekeSîyasî

Derbên tirkaye li bakûr-rojhilatên Sûrîyayê tabîyên têrorîstaye li herêmê didine qewînkirinê

Bombebarandinên van axirîya û derbên Tirkîyayêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê «zona bêqezîyabûnê» bona komên têrorîstîye li herêmê saz dikin. Derheqa wê yekêda wekîlê şêwra Sûrîyayêye leşkerî Matay Xana gotîye.

«Êskalasîya van axirîaye ji alîyê Tirkîyayêda bona komên têrorîstî bêqezîyabûnê didine çareserkirinê»,-ewî gotîye.

Em bêjin, wekî piştî êrîşên Tirkîyayêye van axirîyaye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê berdewam bûn. Hêzên tirkaye leşkerî û kirêkirîyên piştgirên wan, çend gund dane ber topa. Nava encamên wê yekêda binelîkî edil û endamekî şêwira leşkerî birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button