
Di hefteya derbasbûyî da gelek caran şer û pevçûyîn di navbera komên çekdarên alîgirên Tirkiyê da qewimîne. Li herêma Gire Sipî ya dagirkirî 8 çeteyên koma Sultan Murad hatine kuştin.
Li bajarê Silûkê, ya Gire Sipî, ku di bin dagirkeriyê da ye, cinyazên 8 çekdarên înfazkirî hatine dîtin.
Di heftîya dawî da, çend cara şer û pevçûyînên tund di navbera çekdarên alîgirên Tirkiyê da derketine.
Roja sêşemê li gundê Meydankê yê herêma Efrînê, Şerayê, di navbera çekdarên Feyleq El-Şam da şer derketye. Di encama pevçûyînan da gelek kes birîndar bûne, 5 kes jî mirine.