H’emû nûçeSereke

75 welatîyên Ûkraînayê berbirî Ermenîstanê bûne ku statûsa mihacirîyê bistînin

Hejmara mihacirên Ûkraînayê îdî gihîştîye çar û nîv mîlîyonî, lê cîşihitîyên nava Ûkraînayêda gihîştine hevt mîlîyonî. Ev melûmetî yên Organîzeya Netewên Yekbûyîne. Sîstêmên navnetewî didine dîyarkirinê, wekî ev hejmar wê zûtirekê ji krîzeya Sûrîyayê zêdetirbin.Hejmarên derheqa mihacirên ermenîye ji Ûkraînayê hê zelal nînin.Baylozê Polnîyayêyî li Ermenîstanê Pavêl Çêplak gotîye rojnamevana, wekî li Polonîyayê 3OOO welatîyên Ermenîstanê hene, yên ku ji Ûkraînayê derbazî Polonîyayê bûne.

Niha 75 meriv hene, yên ku ji Ûkraînayê dûrketin û niha jî dixwezin statûsa mihacirîyê ji Ermenîstanê bistînin.Cabdara pirsên qulixdarîya mîgrasîyon Nêllî Davtyanê gotîye, wekî piranîya wan welatîya esilê xweda ermenîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button