H’emû nûçeSereke
8-ê nîsanê li Moskvayê hevdîtina Mîrzoyan û Lavrov wê derbazbe
Wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov wê 8-ê nîsanê rastî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bê, yê ku wê bi seredana xebatêva li Moskvayêbe. Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.
Bi gotina wê, Sêrgêy Lavrov û Ararat Mîrzoyan têra dibînin bi hûrgilî gavên bona qewînkirina tifaqdarîya dualî, yê nava hemû govekada, gotûbêj bikin.
«Xêncî wê yekê, fikir wê dora mîyasrkirina pevketinên wextê elametîyên serokên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayêye sêalî destanî, bêne pevguhartinê»,- Zaxarovayê gotîye.
«Em hêvîdarin wekî hevraxeberdanên li Moskvayê wê alî kûrbûna hevkarîya tevî Yêrêvanê bikin û şuxulkarîya qewînbûn û aşîtîya li Qafqasîyayê pêda bibin»,- ewê gotîye.