Serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê teslîmî wezîrên karên der kirine ku xebatên bona hazirkirina hevraxeberdanên aşîtîyê destpêkin

Li Bryûsêlê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstnê Nîkol Paşînyan, serokê şêwira Avropayê Şarl Mîşêl û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv derbaz bûye.
Nîkol Paşînyan derheqa halê li Arsaxê, yê rûyê kirinên pareskerên azêrîyada sazbûyî û pirsên hûmanîtarî, xeberdaye.
Pirsên derheqa mîyaserkirina pevketinên destanî, yên li gorî elametîyên 9-ê mijdara sala 2O2O-î, 11-ê çileya sala 2O21-ê û 26-ê mijdara sala 2O21-ê, usa jî yên wextê hevdîtina li Bryûsêlê destanî, hatine gotûbêjkirinê.
Li gorî elametîya 26-ê mijdara sala 2O21-ê, pevketin hatîye destanînê ku hetanî dawîya meha nîsane, komîsîya dualî bona pirsên dîyarkirina sînorên Ermenîstanê û Adirbêcanê sazkin, ya ku usa jî wê pirsên çareserkirina bêqezîyabûn û qewînbûna sînorava mijûl bibe. Serkwezîrê Ermenîstanê û serokê Adirbêcanê teslîmî wezîrên karên der kirine ku xebatên hazirkirinê, yên bona hevraxeberdanên aşîtîyê, destpêkin.