H’emû nûçeSereke

Emê piştgirîya Komara Ermenîstanê bo qewînkirin û parastina sînor de bidomînin: Lavrov

Wezîrê Rûsîayêyî karên der Sêrgêy Lavrov wextê hevdîtina tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan got, wekî Rûsîyayê alîkarîya  Ermenîstanê ji bo qewînkirin û parastina sînor de bidomîne.

“Emê berdewam bin di alîkarîya we de ku karînên xwe yên berevanîyê qewîn bikin û parastina sînora ji pozîsyona hevalbenda sereke ya Ermenîstanê mîyaser bikin,” -ewî gotîye.

Wezîrê Rûsîyayêyî karên elam kir kir ku dê alî li ser pêrspêktîvên hevkarîyê yên di nav Hevalbendîya Welatên Serbest, Yekîtîya  Avrasîyayêye Êkonomîkî û Organîzeya Peymana Beqezîyabûna  Kolêktîvda jî bisekinin.

“Ermenîstan niha serokatîya Organîzeya Peymana Beqezîyabûna  Kolêktîve dike, ji bo me girînge ku em kirinên xwe bi wan bernameyan bidin ber hev, kîjana Ermenîstanê raberî endamên vê ofîsê kirine”,- Lavrov daye kifşê.

Ewî daye kifşê ku Moskvayê  li ser cîbicîkirina pêşkeftinên sêalî yên di navbera Rûsîyayê, Adirbêcanê û serokên Ermenîstanêde li ser Qerebaxa Çîyada, di nav de çalakîyên hêzên aştîparêzên Rûsyayê berdewamke.

 “Li ser çareserîya Qerebaxê sê komên peymanan hene, kîjan  meha mijdara 2020-a, di navbera mehên çile-mijdara  sala 2021-ê hatine destanînê. Û emê berdewam bin ji bo bicîhanîna van peymanan, di nav  çalakîyên hêzên aştîparêzên Rûsyayê li Qerebaxê li gorî erka wê”,- wî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button