H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê kêmasîya eşîyayên xurek wê tunebe: wezîreta êkonomîkayê

Rûyê şerê Rûsîyayê û Ûkraînayêda, hinek rîsk pêşda hatine ku eşîyayên bona binelîya pêwîst  kêmbin. Çawa bersiva wê pirsê, wezîreta êkonomîkayê derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê.

Anegorî melûmetîyên wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê, zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanê û Ûkrînayêda rûyê vî şerîda sekinîye.Rûyê hewa xirabda, ya li Larsa  jorin, li kîderê avtomaşînên barbir hêdî dilivin, çûyîn-hatina bara zeyîf bûye.Bihabûna eşîya xemgînî pêşda anîye. Çawa bersiva wê pirsê wekî halê Ermenîstanê nava wê pirsêda çi cûreîye,  wezîretê ragîhandîye, wekî lêkolînên anegor hatine kirinê û rîskên dêfîsîtê hatine qîmetkirinê.Niha qezîya dêfîsîtê tune û pêşeroja nêzîkda jî ew yek nayê kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button