
Dêlêgasîya ji provînsîya Dihokê çûye Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û li wir rastî nevsên Ştatên Yekbûîye fermî hatîye. Serokê Dihokê Elî Tatar gotîye, wekî nevsên Waşîngtonêye fermî careke mayîn derheqa piştgirîya hindava Kurdistanêda dane dîyarkirinê.
Elî Tatar gotîye Kurdistan 24-ê, wekî nevsên Ştatên Yekbûîye fermî derheqa piştgirîya hindva cimetê, hukumatê û partîyayên Kurdistanêye sîyasî dane dîyarkirinê.
“Ştatên Yekbûyî bangî kurda dike ku îzina hevraqayîlnebûnên di navbera partîyada nedin”,-Tatar gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî Waşîngton li ser wê tabîyêye ku hevraqayîlbûna Şengalê bê mîyaserkirinê û dewê dike wekî komên sîlihkirîye neqanûnî ji Şengalê derbikevin.