SerekeSîyasî

Komên piştgirên Tirkîyayê  pênc roja ser hev Ayn Îsayê didine ber topa

Komên piştgirên Tirkîyayê  pênc roja ser hev Ayn Îsayê didine ber topa. Derheqa wê yekêda merkeza prêssayê, ya Rojavayê ragîhandîye.

Hatîye dîyarkirinê, wekî êvara şemîyê Tirkîyayê û komên piştgirên wê, gundên Seyda  û Malîk  topbaran kirine û usa jî rîya M-4-ê xistine.

Eskerê tirka û komên piştgirên wê usa jî gundên Xuvêyş û Arîdayê topbaran kirine, yên ku bin kontrola Hêzên Sûrîya  Dêmokratîkdanin. Dirona tirka jî derb gîhandîye avtomaşîneke nêzîkî gundê Malîkê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button