Komên piştgirên Tirkîyayê pênc roja ser hev Ayn Îsayê didine ber topa. Derheqa wê yekêda merkeza prêssayê, ya Rojavayê ragîhandîye.
Hatîye dîyarkirinê, wekî êvara şemîyê Tirkîyayê û komên piştgirên wê, gundên Seyda û Malîk topbaran kirine û usa jî rîya M-4-ê xistine.
Eskerê tirka û komên piştgirên wê usa jî gundên Xuvêyş û Arîdayê topbaran kirine, yên ku bin kontrola Hêzên Sûrîya Dêmokratîkdanin. Dirona tirka jî derb gîhandîye avtomaşîneke nêzîkî gundê Malîkê.