H’emû nûçeSereke

Êtapa hilbijartinaye duyemîn 24-ê insane: Kî bê hilbijartinê, pêwandiyên ermenîya û fransîyan wê neyêne guhartinê

Li Fransayê di 60 salên dawîda hilbijartinên serokatiyê bi du êtapa tên derbazkirinê. Piştî encamên tûra yekem, yên 10-ê nîsanê, serokkomarê niha Emanuêl Makron û seroka partîya  “Eniya Neteweyî” Marîn Li Pên derbazî tûra duyem bûn. Makron ji sedî 27, 6, Li Pen jî ji sedî 23,4 selefê denga standin. Tûra duyem ya hilbijartinên serokkomarîyê wê 24-ê nîsanê bê derbazkirinê.

Parlamentvanê berê Miher Şahgêldyan di hevpeyvîna xwe ya bi Radyolurêra, hilbijartinên serokomariyê yên roja Yekşemê, yên li Fransîyayê û bandora wan li ser pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê nirxandîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî vê care jî Makronê serbikeve.

Bi gotina Şahgêldyanê sîyasetmedar, tûra duyem wê hewaskarbe û kî jî bê hilbijartinê, pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê wê neyêne guhartinê, çimkî ew pêwandî yên dostîyêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button