
Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hazire çawa hemsedira koma Mînskê beşdarî hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê bibe. Derheqa wê yekêda ji baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê bersiva elametîya wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov dane, yê ku derheqa formata koma Mînskêda xeberdabû.