H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dicêribîne usa bike ku hesara dora Ermenîstanê neyê altkirinê, lê diha kûr bibe: Paşînyan

Adirbêcan dicêribîne rojeva vekirina rêyên herêmî  usa bide mîyaserkirinê, bona ku hesara dora Ermenîstanê diha kûrbe. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, Adirbêcan dixweze ku hewaskarîya Ermenîstanêye bona vekirina rêya bike nava hesarê û cêribandinê dike ku wê yekê werguhêzî xeberdana derheqa sivderêda bike.

“Lê min çendik-çend cara îdî daye dîyarkirinê, wekî ev nêzîkbûn bona me ya qebûlkirinê nîne. Ew layîqî guhdarîyêye wekî Adirbêcan dicêribîne rojeva vekirina rêyên herêmî usa mîyaserke, ku nava encamên wê yekêda ew hesar diha kûrbe, lê ne ku bê altkirinê, yan jî ew yek bibe hîmê nû bona syaseta agrêsîv”,- Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, eve menî, wekî Ermenîstan gerekê nava vê pirsêda aktîvîya bilind bide kifşê, pêra jî tabîyên xweye prînsîpyal û yekîtîya têrîtorîya biparêze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button