H’emû nûçeSerekeSîyasî

Civaka navnetewî mera digot ku nava pirsa statûsa Qerebagêda em standarta xwe nimiz bikin:Paşînyan

Civaka navnetewî mera digot ku nava pirsa statûsa Qerebagêda em standarta xwe hinekî nimiz bikin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

“Ez nikarim derheqa wê yekêda rast nebêjime organa welête bilind û cimetê. Roja îroyîn civaka navnetewî mera zelal dibêje, wekî em welatê tek-tenêne ku nava dereca dualîda yekîtîya têrîtorîyayên Adirbêcanê nas nakin, û ew yek ne tenê bona Arsaxê, lê usa jî bona Ermenîstanê qezîyaye. Civaka navnetewî raste-rast digote me ku em nava pirsa statûsa Qerebagêda standarta xwe hinekî nimizkin.Civaka navnetewî dibêje ku heger usa nebe, wî çaxî gumana xwe daneynine ser me, lê ne ku bo wê yekê, wekî naxwezin alî me bikin, lê rûyê wê yekêda  wekî nikarin alî me bikin”,-Paşînyan  gotîye.

Bi xeberdana  derheqa statûsa Arsaxêda, Paşînyan daye dîyarkirinê, ku heger pêşda  helkirina pirsgirêkê li ser bingehê statûsê dihate danînê, lê niha ew li ser hîmê garantîyayên bêqezîyabûnê û mafa tê danînê.

“Em didine dîyarkirinê,wekî nava vî halîda statûs ne ku mereme, lê mecale ku bêqezîyabûn û mafên ermenîyên Qerebagê bêne çareserkirinê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button