SerekeSîyasî

Di navbera HSD-ê û hêzên rêjîma Sûrîyayê hal diha sert dibe  

Çawa bersiva dorgirtina nehîyên  Eşrefîyê û Şêx Maksûdê, yên li Helebê, Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û  hêzên Asaîşê li bajarê Qamişloyê dora meydana bêqezîyabûnê girtine, lê Rûsîya jî çawa navçîgar di navbera alîyada pêşda hatîye.

Li wan herdu nehîyên Helebê, kîjan bin kontrola hêzên xweparastina geldanin, nêzîkî 2OO OOO merivî dijîn, piranîya kîjana kurdin.

Ji 13-ê adarêda hêzên rêjîma Sûrîyayê dora wan herdu nehîya girtine û nahêlin, ku ardû û xurek derbazî wan nehîyabin. Çawa bersiva wê yekê li wan herdu nehîya di navbera hêzên Sûrîya Dêmokratîk û hêzên rêjîmêye li Qamişloyê, hal sert bûye. Hêzên Sûrîya Dêmokratîk bazayên hukumata Sûrîyayêye li Qamişloyê û Hesekê dane dorgirtinê.

Ew rê hatine girtinê, yên ku dibine merkeza Qamişloyê, kîjanara xurek bona hêzên rêjîmê dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button