SerekeSîyasî

Ermenîstan ji fikira derheqa derbazkirina hevraxeberdanaye bin bandora koma Mînskêda paşda nasekine: Paşînyan

Ermenîstan ji fikira derheqa derbazkirina hevraxeberdanaye bin bandora koma Mînskêda paşda nasekine.

“Rastî hinekî cûrekî mayîne, em ji wê fikirê paşda nesekinîne, em wê fikirê diparêzin, lê em usa jî zanin, wekî rûyê bûyarên li Ûkraînayêda nava koma Mînskêda pêwandî sertbûyîne”.

Paşînyan goîîye, wekî ew halê sertbûyî hê ji sala 2O11-ada, wextê bûyarên li Sûrîyayê, pêşda hatîye, yê ku usa jî hukumî li ser herêma me kir.

“Niha, bi hesabhildana ev halê sertbûyî, em nikarin nava kirinên hemsedirtîyêda pasîv bimînin. Ji alîkî mayînva jî destpêka xeberdanên dualî tevbûna hemsedirtîya koma Mînskê qedexa nake û em wê fikirê diparêzin”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr bi hêvîdarî gotîye, wekî wezîretên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der wê bikaribin wê yekê nava dereca rastda mîyaserkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button