H’emû nûçeSereke

Fikir heye wekî koma dîlên ermenîye bi sirê gerekê bê azaberdanê: Mîrzoyan

Pirsa dîla wextê hevdîtina Nîkol Paşînyanê serokwezîr û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, ya 6-ê nîsanê, hatîye gotûbêjkirinê. Fikira vî cûreyî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararart Mîrzoyan wextê dayîna bersiva pirsa gotîye.

“Çawa tê texmînkirinê, ew têma wextê hevdîtina Paşînyan, Şarl Mîşêl û Elîyêv hatîye gotûbêjkirinê. Fikir heye, wekî koma dîlên ermeîye bi sirê gerekê bê azaberdanê. Hevraxeberdanên dora wê yekê hê berdewam dibin”,- Mîrzoyan gotîye.

Bi gotina wî, pirsa azaberdana dîla merkeza guhdarîya wezîreta karên derdane.Wezîr gotîye, wekî hevdîtina usa tuneye, wextê kîjanê ew pirsa neyê gotûbêjkirinê.

Mîrzoyan dide dîyarkirinê, wekî pirsa paşdavegerandina dîlên ermenî ji alîyê azêrîyada pirsên cuda-cudava tê girêdanê.Wezîr gotîye, wekî paşdavegerandina dîla borcdarîya Adirbêcanêye, ya ku “li ser kaxez nivîsare”.

Çi ku derheqa navçîgaradane, Mîrzoyan gotîye, wekî Rûsîya, Fransîya û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî nava vê pirsêda piştgirîyê didine Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button