H’emû nûçeSereke

Piştî destpêka şêr ez pê hesîyame wekî nava eskerda kêmasîya kum û êlekên hesin heye: Paşînyan     

Piştî şoreşa sala 2O18-a, ji koma sîyasî tu kes nava qulixa esekrda nehatîye kifşkirinê. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî wezîrê parastinê Davît Tonoyan bû, yê ku endamê hukumata Sêrj Sargsyan bûye.

“Em fikirîne, wekî esker malbeteke cudaye û em gerekê gelekî nekevine nava pirsên wê malbetêye hundur û pirsa tevlîhev bikin, wekî hemû cara dikare qezîya hebe”,-Paşînyan gotîye.

Bi fikira serokwezîr, roja îroyîn îdî eyane, wekî ew nêzîkbûn şaş bûye.

“Ez cara ewlin piştî destpêka şêr, piştî çend roja, pê hesîyame wekî nava eskerê meda kêmasîya kum û êlekê hesin hebûye. Me bi seda mîlîyona dolar dida ku  sîlih bikirîyana, gelo tiştekî dijwar bû ku kum û êlekên hesin bikirîyana”,- serokwezîr gotîye û serda zêde kirîye, wekî pêwîste hetanî dawîyê herin û rastîyê bidine zelalkirinê.

“Nava encamê wî hemû tiştîda min qirar kirîye, wekî wezîrê parastinê gerekê wekîlê koma sîyasîbe û ez niha dibêjim mixabin, ku min ew qirar zûva qebûl nekiribû”,- ewî gotîye.

Çi ku derheha halê eskerî nihadane, Paşînyan gotîye, wekî ew niha êtapa transformasîyayêdane û ew êtap ya dijware, çimkî werguhastin bona esker dijwarin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button