H’emû nûçeSereke
Me qirar nekirîye ku şer bibe yan nebe: Paşînyan

Li parlamêntê Nîkol Paşînyanê serokwezîr elam kirîye, wekî serokatîya Ermenîstanê qirar nekirîye ku şer bibe yan nebe.
“Me qirar nekirîye ku şer bibe yan nebe. Roja îroyîn ez li vir sekinîme û dibêjim, wekî Ermenîstan welatê serbixweye. Em gerekê mafê qirarkirinê paşda vegerînin, çimkî em welatin. Em welatîne û berxê qurbanîyê nînin, ku li cîhên cuda-cuda qirarkin ku me çiqasî serjêkin û çawa serjêkin û çiqasî bibaxşînine me. Em dewletin û miletin.Emê îzinê nedin, ku mafê me bi rêyên cûre-cûre ji me bistînin”,-serokwezîr gotîye.