SerekeSîyasî

Rêprêsîyayên desthilatdarîya tirkaye piştî Newrozê

Roja înîyê serokatîya mehkema tirkî  îzina girtina 1O5 merivî daye, kîjana ew bona “endamatîya  nava koma têrorîstîda” hesab dikin.

Ajansa Mêzapotamîyayê ragîhandîye, wekî îzina girtina meriva bona wê yekê hatîye dayînê, ku ew meriv tevî derbazkirina cejina Newrozê bûne.

Hatîye dîyarkirinê, wekî polîsîya ketîye gelek mala. Gelek meriv hatine girtinê, nava wanda usa jî rojnamevan û zelal bûye, wekî 57 meriv hatine grtinê. Gilî derheqa Dîyarbekirêdane.

Ajansa DHA ê jî ragîhandîye, wekî li şeş provînsîya ji 75-a hetanî 1O5 merivî hatine girtinê.

Pêşîya wê yekê jî polîsîya tirka 46 meriv girtibûn, nava kîjanadane usa jî endamên Partîya Dêmokratîk, ya Gela.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button