H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan halê li Arsaxê pêşdahatî raberî Êndryû Şofêr kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hemsedirê koma Mînskêyî ji Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êndryû Şofêr qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê fikir dora peymana aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatine pevguhartinê. Nava wê hemtêkstêda Ararat Mîrzoyan rola hemsediraye navçîgarîyê, yên koma Mînskê, daye dîyarkirinê.

Ararat Mîrzoyan halê li Qerebagê raber kirîye. Xeberdan usa jî derheqa pirsên hûmanîtarîda, yên derheqa dîlên ermenîye leşkerî û paşdavegerandina wan, usa jî parastina mîrata çandîye bin kontrola azêrîyada çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button