H’emû nûçeSereke

Krîzeya Ûkraînayê qezîyayê saz dike, ku aktîvîya  rûsîye li Qafqasîya Başûr bê kêmkirinê: Kortûnov

Krîzeya Ûkraînayê qezîyayê saz dike, ku aktîvîya  rûsîye li Qafqasîya Başûr bê kêmkirinê, girêdayî wê yekêra wekî guhdarîya hîmlî tê danînê li ser bûyarên dora Ûkraînayê. Derheqa wê yekêda serokê şêwira Rûsîyayê, ya îşên navnetewî Andrêy Kortûnov  gotîye.

Bi gotina wî, ev sîyaset usa dike, ku lîstikçîyên mayîn dîna xwe bidine wê yekê û Moskvayê ji wê herêmê bidine derxistinê.

“Pêşeroj wê ji encamê konflîkta leşkerî û encamê hevraxeberdanên Rûsîyayê û Ûkraînayêva girêdayîbe. Heger pêwandî bêne dasekinandinê, wî çaxî Qafqasîya Başûr wê di navbera Rûsîyayê û Rojavayêda nebe dika konkûrênsîyayê. Bona Qafqasîya Başûr mecalên nû dikarin çêbin ku nava sîyasîya derda û hevkarîya êkonomîkîda pêwandîyên wane piralî hebin”,- Kortûnov gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button