H’emû nûçeSereke

Pûtîn vexwendina Paşînyan ya derheqa seredana li Ermenîstanê qebûl kirîye

Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn vexwendina serokwezîr Nîkol Paşînyan, ya derheqa seredana li Ermenîstanê, ya ku girêdaîye civîna Şêwira Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîvra, qebûl kirîye, ya ku wê nîveka salêye duemda li Ermenîstanê derbazbe.

Armênprêssê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda nava elametîya tevayîda, ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, hatîye dîyarkirinê.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî hevraxeberdanên li Moskvayê yên kardar bûne û ewê alî qewînbûna hevkarîya dualî bikin.Nîkol Paşînyan bona qebûlkirina germ razalixî elamî Vladîmîr Pûtîn  kirîye û daye dîyarkirinê, wekî nîveka sala îsaline duemda wê civîna Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv li Ermenîstanê derbazbe û Vladîmîr Pûtîn vexwendina bona seredanê razîbûn elam kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button