AborîSerekeSîyasî

Çêkirina rêyên sîstêmên nû wê alîkarîyê bide ku li Qafkasya Başûr aşîtî û aramî qewîn bin: Serokwezîrê Fêdêrasyona Rûsyayê

Rûsya bi taybetî balê dikişîne ser peymanên ku di navbera serokên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsyayêda hatine destanînê, yên di derbarê  rakirina blokên aborî û pevgirêdanên transportêye li Qafkasya Başûr. Li gorî agahîyên “Armenpress”-ê, serokwezîrê Rûsyayê Mîxayîl Mişustin, wextê hevdîtina tevî serokwezîrê Rûsyayê Nikol Paşînyan, gotîye:

“Ez di wê bawerîyêdame ku çêkirina rêyên sîstêmên nû wê alî qewînbûn û aramîya herêmê bike, ya ji bo berjewandîyên hemû welatên Qafkasya Başûr. Rûsya wê alîkarîya hûmanîtarî ya ji bo Ermenistanê bidomîne.”

Li gorî Mîşustin, bi saya merkeza Rûsyayêye bersivdayîna lez niha li Qerebaxê qewil tên sazkirinê ku binelîyên li wir paşda vegerine malên xwe û sîstêmên li wir jî bêne dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button