SerekeSîyasî

Stratêcîya Tirkîyayê li ser şovînîzmê hatîye bingehkirinê

Stratêcîya Tirkîyayê li ser hîmê nêzîkbûna hindava netewên kêmjimar, ya bêqedir, û nasnekirina wan netewa hatîye bingehkirinê. Derheqa wê yekêda xebatkarê înstîtûta Rûsîyayêye pêwandîyên navnetewî û êkonomîka hemcîhanî, sîyasetmedar, tirkzan Vîktor Nadêyn-Rayêvskî gotîye.Ewî şirove kirîye wekî hemû tişt ji tabîya serokatîya Tirkîyayê û miletçîyên tirkva, ya şovînîstî, girêdaîye.

“Ew bi wê fikirêva dijî ku ew giva cimeta yekbûyîne. Bona tirka îdêolojîya pantûrkîzmê ya hîmlîye. Bi gotina  desthilatdarîyên tirka, cimet gerekê bêne tirkîzasîyakirinê, lê mesele ew yek kurdara dest nade û piranîya wan li ber teribandina mafên xwe ber xwe didin”,-Rayêvskî gotîye.

Bi xeberdana derheqa orpêrasîyona Tirkîyayêye leşekrîda, ya li Îraqê, Rayêvskî qayîlîya di navbera Husêyn û Enqerêda bîr anî.

Bi gotina wî, tirk vê qayîlnivîsarê bona rastkirina hesabên tevî PKK-ê didine xebatê.

Ewî ew wede bîr anîye, dema ku opêrasîyonên leşkerî hatine sekinandinê û tevî kurda hevraxeberdan bona otonomîyayê dihatin derbazkirinê, lê tirka ew qayîlî da teribandinê. Ji wî çaxîda şer destpê bûye û bi întênsîvîya cûre-cûre tê kirinê.

Rayêvskî daye dîyarkirinê, wekî halê li Rojhilata Navîn her dem bi dagirkirinên tirkava sert dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button