SerekeSîyasî

Hêrî Kênt: seredana Mesrûr Barzanîye li Londonê wê bibe menî ku Kurdistan li ser xerîta dinîyayê bê kifşê

Parlamêntvanê Brîtanîyayêyî berê Hêrî Kênt elam kirîye, wekî seredana Mesrûr Barzanîyê serokwezîre li Londonê bona berfirehkirina pêwandîyên di navbera Brîtanîya Mezin û Kurdistanêda girînge.

Hêrî Kênt daye dîyarkirinê, wekî nava 31 salada kurda li wezîtreta Brîtanîyayêye karên der cîhekî girîng girtitne û  serda zêde kirîye wekî welatê wî hevkara Herêma Kurdistanêye girînge.

Kênt serda zêde kirîye, wekî seredana Mesrûr Barzanîyê serokwezîr wê bibe menî, bona ku li ser xerîta dinîyayê Kurdistan bê kifşê. Kênt gotîye, wekî li Kurdistanê  wekîlên cimetên dînên cuda-cuda hene, yên ku tevî kurda dijî têrorîzmê şerkarîyê dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button