H’emû nûçeSereke

Baranês: Rûsîya dikare bersiva anegor bide girtina hewa  tirkî

Tirkîyayê elam kirîye, wekî ew îzinê nade balafirên Rûsîyayê, yên ku diçine Sûrîyayê nava hewa Tirkîyayêra derbazbin. Gelo ev yek çi dide kifşê û bersiva çi cûreyî dikare hebe? Derheqa vê yekêda şiroçîyê leşkerî Vîktor Baranês şirove kirîye.

Şiroçî bîr anîye, wekî tiştê vî cûreyî cara ewlin nîne. Tirka vî cûreyî cotmeha sala 2O15-a kir, dema ku Rûsîyayê opêrasîyona li Sûrîyayê destpê kir.

Bi fikira şiroçî balafirên Rûsîyayê wê rêyeke mayîn bibînin.

«Tiştekî mezin wê neqewime.Emê Tirkîyayêra derbaz nebin, lê emê nava Îranêra derbazbin.Emê li ser Kaspîyêra nêzîkî Îranêbin. Îran hazire her dem rê bide balafirên leşkerî û usa jî yên sîvîl…»,-Baranês gotîye.

Bi gotina şiroçî, mesele Rûsîya jî dikare sîliha bide dijminên Tirkîyayê û wî çaxî serokatîya Tirkîyayê wê bikeve nava mitala.

Bi gotina Baranês mecalên Rûsîyayêye cuda-cuda hene bona ku bikaribe hukumî ser Tirkîyayê bike. Tirk baş fem dikin, wekî çûyîna tûrîstên Rûsîyayêye li Tirkîyayê, 18 selefê byûcêya Tirkîyayêye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button