H’emû nûçeSereke

Em êşa ermenîya nas dikin û qedirê dîroka wan digrin:Baydên careke mayîn xebera Komkujî daye xebatê

24-ê nîsanê serokê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Co Baydên bi axaftin pêşda hatîye, ya ku pêşkêşî salvegera komkujîya Ermenî bû.

«24-ê nîsana sala 1915-a desthilatdarîya osmanî li Konstandnûpolsê, rewşanbîr û rêberên ermenîya girtin. Bi vî cûreyî komkujîya Ermenîye sedsala 2O-î destpê bû. Roja îroyîn em mîlîyon û nîv ermenîya bîr tînin, yên ku hatine cîşihitandinê, kuştinê. Em bi dilêşî şîna wê tragêdîyayê dikin.

Em  borcdar dibin derheqa wê yekêda bêjin û qetilkirina bidine sekinandinê, kîjan li ser dinîyayê dexma dihêlin. Em gerekê cedandinên xwe dubarekin, bona ku  dinîyake diha edil û baş çê bikin, kîjanê em bona zarokên xwe dixwezin. Dinîyake usa, li kîderê mafên mêriv tên qedirgirtinê û li kîderê  meriv azadin bona ku jîyana xwe bi qedir derbazkin.

Eva usa jî ew deme, ku derheqa qewata cimeta ermenîda xeberdin.Piştî teyaxkirina li ber komkujîyê, cimeta ermenî dîyaspora û çanda xwe çê kir, nava wêda usa jî li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî. Ermenîyên Amêrîkayê beşeke welatîyên mene. Ew welatê me diha qewat dikin û bi wê yekêva tevayî wê bîranîna trajîk dîsa li ser xwe dibin.Em êşa wan nas dikin û qedirê dîroka wan digrin.

Roja îroyîn, piştî 1O7 sala, cimeta Amêrîkayê qedirê wan hemû ermenîya digre, yên ku wextê komkujîyê bûne cangorî»,- Co Baydên gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button