H’emû nûçeSereke

Ermenîstan wê her dem li rex We û Fransîya dostbe: serokwezîrê Ermenîstanê Êmanûêl Makron pîroz kirîye

Nîkol Paşînyanê serokwezîr nama pîrozbhaîyê ser navê Êmanûêl Makron şandîye, yê ku cara duem li qulixa serokê Fransîyayê hatîye hilbijartinê.

Hatîye ragîhandinê,wekî namêda hatîye dîyarkirinê:

“Birêz serok Êmanûêl,

Ez pîrozbahîyên xweye here germ bo We dişînim, ku Hûn careke mayîn li qulixa serokê Fransîyayê hatine hilbijartinê.

Cimeta Fransîyayê dengê xwe da We, ew yek qîmetê xebata Weye nava salên derbazbûyîdaye. Nava pênc salên pêşîyêda ez bo We qewatê dixwezim, bona ku Hûn li wê qulixa bilindda sîyaseta xweye serwaxt berdewam bikin û rêberîya cimeta Fransîyayê bikin berbi destanînên nû. Ermenîstanê li rex We û cimeta Fransîyayêbe.

Ez hêvîdarim,wekî hilbijartina We wê nava pênc salada qewatê bide pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê û mecalê bide ku em bernamên xweye tevayî berdewamkin.

Ermenîstan rola Fransîyayêye nava koma Mînskêda bilind qîmet dike, ya nava pirsa îzbatkirina aramîya wededirêje li herêma me û ez hêvîdarim, wekî ew yek wê berdewambe.

Ez hîvîyême, ku pêşeroja nêzîkda Hûnê bêne Yêrêvanê û ez  careke mayîn We pîroz dikim”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button