H’emû nûçeSereke

Wezîreta Rûsîyayêye karên der derheqa hazirkirina hevdîtina bi formata “3+3” elam kirîye

Hazirkirina xebatên bona hevdîtina duem, ya platforma “3+3” berdewam dibin. Derî usa jî bona Gurcistanê vekirîne. Derheqa wê yekêda serokê dêpartamênta çaremîn ya Welatên Hevalbendîya Serbest Dênîs Gonçar gotîye RÎA Novostîyê.

Hevdîtina wê platformêye ewlin meha kanûnê li Moskvayê bi beşdarîya cîgirên wezîrên Rûsîyayê, Adirbêcanê, Ermenîstanê, Tirkîyayê û Îranê derbaz bûye.Pêşda wezîreta Gurcistanêye karên der elam kiribû, wekî Tibîlîsî naxweze beşdarî wê mêxanîzma şêwirdarîyêye herêmî bibe.

“Niha xebatên hazirkirina bona hevdîtina platforma “3+3”, ya duem berdewa dibin. Derheqa cîh û wedê hevdîtinêda wê bê elamkirinê. Ez hêvîdarim, wekî rojeva platforma anegorî berjewandîyên Gurcistanêye, bona kîjanê derî vekirîne”,- dîplomat gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button