SerekeSîyasî

Hemcivîna bîznêsê ya bîzsmênên ermenî û hind derbaz bûye /vîdêyo/

Nava doranên seredana wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyane  li Nyû Dêlîyê hemcivîna ermenîya–hindaye bîznêsê derbaz bûye.Wextê vekirina civîna wezîrê karên der bi axaftin pêşda hatîye.Wezîr nava axaftina xweda beşdarên civînê silav kirîye û razalixî bona pêşwazîkirinê elam kirîye.

“Eva cara ewline wekî dêlêgasîya Ermenîstanêye bîznêsê û învêstîsîyon bi teşkîla vî cûreyî hatîye Hindistanê, bona ku hevkarîya kardar bê îzbatkirinê.Roja îroyîn em rûpelên nû nava dîroka hevkarîya êkonomîkîda vedikin, û îzinê bidin ez bêjim, wekî em tradîsîyayên kirîn- frotanê, pêşkeftinê, gulvedanê, yên di navbera cimetên meda, didine dasekinandinê”,-Ararat Mîrzoyan gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan û Hindistan dikarin hevkarîya kardar nava hemû govekên êkonomîkayêda îzbatkin, bi taybetî nava govekên têknolocîyên bilind, perwerdê, tûrîzmê, avîasîyayê, locîstîkayê û dermançêkirinêda.

Bi tomerîkirina axaftina xwe, wezîr bo civînê  xebata kardar û hewaskar xwestîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button