H’emû nûçeSereke

ŞAY dijî wan kirinaye, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda li Qerebagê bi yekalî  tên mîyaserkirinê: Blînkên

ŞAY dijî her kirineke yekalîye, bi taybetî ji alîyê Adirbêcanêda, kîjan tenê halê li Qerebagê didine sertkirinê. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blîkên gotîye.

Bi gotina wî, Waşîngton mecalên cûre-cûre bona qewînkirina aminayê hazir dike.Blîkên gotîye, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî piştgira wê yekêye, ku li Qerebagê di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanêda helkirina pirsgirêkêye bi wedê dirêj îzbatbe.

“Ez bi aktîvî tevî serokatîya Ermenîstanê, usa jî serokatîya Adirbêcanê xebitîme. Hevtêkê pêşda min tevî serokwezîrê Ermenîstanê  Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlhaîm Elîyêv bi têlefonê xeberdaye. Min usa jî tevî wezîrên herdu welataye karên der qise kirîye û cêribandîye piştgirîyê bidime pêrspêktîvên helkirina sîyasîye wededirêj»,- Blînkên derheqa wê yekêda li Sênatê, wextê guhdarkirina, gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button