SerekeSîyasî

Derba ji hewê gîhandine merkeza Haşid Aş Şaabîyê

26-ê nîsanê merkeza rezedilvanên Îraqêye şihî “Haşid Aş Şaabîyê” ya leşkerî hatîye êrîşkirinê.Tê texmînkirinê, wekî ew êrîş  ji alîyê balafirên tirkaye leşkerîda hatîye mîyaserkirinê.

Êrîşa ji hewê li gundê Cerbûayê, nêzîkî Başikê, hatîye mîyaserkirinê.

Serokatîyên Tirkîyayê û Îraqê hê tu şirovekirin nedane. Derheqa zîyankêşada û usa jî zîyana matêrîyalîda tu tişt eyan nîne.

Li Başikê, li bakûr-rojhilatê Mûsilê, baza leşkerî heye, li kîderê leşkerên tirka cîhwarbûyîne. Ew baza her dem tê êrîşkirinê û nava wê yekêda “Haşid Aş Şaabîyê” gunehkar dikin. Êrîşa dawî hevtîya derbazbûyî hatibû kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button