H’emû nûçeSereke

Fransîya qisa bi têlefonê ya di navbera wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên derda, silav dike

Fransîya qisa bi têlefonê ya di navbera wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên derda û birîyara wan,  ya derheqa sazkirina komîsîya dualî û destpêkirina hevraxeberdanên dora peymana aşîtîyê, silav dike. Armênprêssê ragîhandîye wekî di derbarê wê yekê wezîreta Fransîyayêye karên der elametî belav kirîye.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî Fransîyayê piştgirîya hindava wê pêvajoyê berdewam dike.

“Baylozê Fransîyayêyî pirsên “Hevkarîya rojhilatê”  Brîs Rokfêy wê hevtîya tê here Bekûyê bona ku piştî seredana li Yêrêvanê monîtorînga hevraxeberdana berdewam bike”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button