SerekeSîyasî

Li Hewlêrê, li ber avayê Organîzeya Netewên Yekbûyî cimet berev bûye û dijî opêrasîyona tirkaye leşkerî protêsto kirîye

Komeke welatîya li ber  avayê Organîzeya Netewên Yekbûîye li Hewlêrê berev bûye û dijî opêrasîyona tirkaye leşkerîye li Herêma Kurdistanê,  protêsto kirîye.

“Em dewê ji hukumata Îraqê û civaka navnetewî dikin ku hukumî li ser Tirkîyayê bikin, bo ku ew eskerê xwe bide derxistinê”,- teşkîldarê protêstokirinê Salih gotîye ajansa Şefeqê.

“Bin menîya şerkarîya dijî PKK-ê Tirkîya gundên kurda tune dike û dide valakirinê”,- Salih gotîye.

Tevbûyên protêstokirinê nota şikyatkirinê teslîmî Organîzeya Netewên Yekbûyî kirine û sloganên xwe raber kirine, bi kîjana opêrasîyonên tirkaye leşkerî şermezar kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button