Komeke welatîya li ber avayê Organîzeya Netewên Yekbûîye li Hewlêrê berev bûye û dijî opêrasîyona tirkaye leşkerîye li Herêma Kurdistanê, protêsto kirîye.
“Em dewê ji hukumata Îraqê û civaka navnetewî dikin ku hukumî li ser Tirkîyayê bikin, bo ku ew eskerê xwe bide derxistinê”,- teşkîldarê protêstokirinê Salih gotîye ajansa Şefeqê.
“Bin menîya şerkarîya dijî PKK-ê Tirkîya gundên kurda tune dike û dide valakirinê”,- Salih gotîye.
Tevbûyên protêstokirinê nota şikyatkirinê teslîmî Organîzeya Netewên Yekbûyî kirine û sloganên xwe raber kirine, bi kîjana opêrasîyonên tirkaye leşkerî şermezar kirine.