27-ê nîsanê nava encamê teqîna mînêda, ya li ser sînorê provînsîya Hewlêrê, welatîkî edil zîyanê ketîye.
Basnews ê ragîhandîye, wekî Xalit Îskenderê 2O salî li wê nehîyê pincar berev kirîye û rastî mînê hatîye. Ew gîhandine xistexwenê.
Ji destpêka sala îsalinda eva îdî bûyara çaraye ku li wê nehîyê ji mînê binelîyên edil zîyanê dikevin.
Li nehîyên sînorên di navbera Kurdistanê û Îranêda hê ji mîna nehatine paqijkirinê, yên ku hê ji şerê Îranê û Îraqêye salên 198O- yî li wir mane.