H’emû nûçeSereke

Kosovo gerekê  mêxanîzma navnetewîye xilazbûnê û konpênsasîyayê bide xebatê, lê Arsax na: Artak Bêglaryan

Bona çi Kosovo yan jî welatên naskirîye mayîn gerekê mêxanîzma xilazbûnê konpênsasîya navnetewî bidine xebatê, lê Arsax na? Derheqa wê yekêda wezîêr Arsaxêyî dewletê Artak Bêglaryan gotîye.

«Tiştekî başe ku çawa serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn tevî sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî Antonîû Gûtêrêş derheqa Kosovoyêda xeber dida. Ew yek bona wan cimeta birîyar bû, yên ku bin qezîyayêdanin û bona mafê xwe şerkarîyê dikin û nava cêrga wanda cimeta Arsaxê li ser tabîya pêşine.

Tiştekî zêdeye ku mesela bînin ber çeva ku ermenîyên Arsaxê rastî sîyaseta komkuj hatine, nava wanda usa jî paqijkirinên êtnîkîye li Adirbêcanê û Arsaxê û cêrge qezîyayên mayîn, derheqa kîjanada qirara mehkema navnetewî şedetîyê dide.

Lê niha pirsa vî cûreyî heye ku bona çi Kosovo yan jî welatên mayîne naskirî dikarin wê mêxanîzma xilazbûnê û konpênsasîyayê bidine xebatê, lê Arsax na, ya ku dîsa anegorî wan hemû normên mafê navnetewîye?»,- Bêglaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button